Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin.
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin.