Episodes
© WDR 2024
Published 04/26/24
Published 04/26/24
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin
Published 04/19/24
Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir.
Published 04/12/24
© WDR 2024
Published 04/05/24
© WDR 2024
Published 03/29/24
© WDR 2024
Published 03/22/24
Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e.
Published 03/08/24
Lêkolîna rojnamegeran derxist holê, ku Almanya'yê bi Iraq'ê re rêfektineke ji bo vegerandina koçber û penaberan girê daye lê belê ev rêkeftin ji raya giştî tê veşartin.
Published 03/01/24
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vê rojê ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin.
Published 02/23/24
Hikûmetê dawiya parsal di warê alîkariya darayî ya ji bo penaxwazan de biryara guhertinekê dabû. Li gor vê yekê penaxwaz dikarin alikariya darayî bistînin lê belê di teşeyeke din de.
Published 02/16/24
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin.
Published 02/09/24
Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin.
Published 01/26/24
Hefteya buhurî Pasdarên Îran’ê bi mûşekan êrîşî paytextê Başûrê Kurdistan’ê Hewlêrê û hin deverên li Sûrî kirin. Di êrîşên Hewlêr'ê de çendîn sivîl bûn qurbanî.
Published 01/19/24
Çalakiyên îstîxbarata Tirk ên li derveyî welat ev demek e, di rojeva Almanya’yê de ye. Lê belê herweha hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Vê dawiyê siyasetmedara herêmî ya ji Frankfurt’ê Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt.
Published 01/12/24
Hikûmeta federal ji bo sala nû biryara hin guhertinan da, ku hin ji wan di derbarê rewşa aborî û debara hevwelatiyan de ne. Guhertin li gor biryara dadgeha destûrê ne.
Published 01/05/24
© WDR 2023
Published 12/29/23
© WDR 2023
Published 12/22/23
Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e.
Published 12/15/23
© WDR 2023
Published 12/08/23
Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir ev roman bixwe wergerand bo Kurdî û parsal ji weşanên Avesta weşand. Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metsa eslî de bi dengen re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne.
Published 12/01/23
© WDR 2023
Published 11/26/23
Şêwra Federal Bundesrat’ê zêdekirina Bürgergeld a bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze mercên ji bo hatina karkerên pispor ên ji derveyî hêsantir bike.
Published 11/24/23