Episodes
© WDR 2023
Published 11/26/23
Şêwra Federal Bundesrat’ê zêdekirina Bürgergeld a bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze mercên ji bo hatina karkerên pispor ên ji derveyî hêsantir bike.
Published 11/24/23
Herçend Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî Genozid anku nijadkujî nas kir jî hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Gelek Êzîdî dema ku diçin daîreyên biyaniyan, da ku îqama xwe dirêj bikin, yekser tên girtin û wan dişînin Abschiebehaft anku girtîgeha beriya dersînorkirinê. Li hember vê yekê jî bi dehan Êzîdî ji bo mehekê kon vedan li pêşiya Bundestag. Di 10’ê mehê de şandeyeke Êzîdiyan bi nûnerên SPD’ê re rûniştin û çalakî bi dawî hat.
Published 11/17/23
© WDR 2023
Published 11/10/23
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin.
Published 11/03/23
Musîkjenê Kurd Saman Mustafa parçeyeke projeya bi navê “Newayên Bêsînor” e. Di çarçoveya vê projeyê de newayên Kurdî bi karîgeriya muzîka rojavayî tê hûnandin.
Published 10/27/23
Ji 7’ê mehê û vir ve çavê hemû cîhanê li şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de ye. Li Almanya'yê jî xwepêşandanên ji bo Xeza’yê tên li dar xistin. Vê yekê rê li nîqaşa dijminahiya cihûyan a di navbera civaka koçberan de jî vekir.
Published 10/20/23
Piştî êrîşa ser Wezareta Navxweyî ya Tirk îcar Hamas'ê êrîşî Îsraîl'ê kir, ku di encamê de bi seda kes hatin kuştin. Di bersivdayîna Îsraîl'ê de bi hezaran Filistînî hatin kuştin. Em jî vê heftê bi pisporê zanistên siyasî Adel Feyazî û bi rojnameger Aram Malekshah re li ser tengezariyên vê dawiyê yên li Rojhilatê Navîn dipeyivin.
Published 10/13/23
Rêxistina bi navê Kurdish European Society di çarçoveya projeyeke dîaloga di navbera olan de Kurdên Musulman û Êzîdiyan tîne cem hev. Mebest kar tê kirin, lêborîn û lihevhatin e.
Published 10/06/23
© WDR 2023
Published 09/29/23
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re dipeyivin.
Published 09/23/23
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîka Bilal G. dike, him li ser hûgiliyên bûyerê û him jî qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin.
Published 09/22/23
Bi ser mirina keça Kurd Jîna Mehsa Emînî salek buhurî û xwepêşandanên ku li seranserî Îran’ê dest pê kiribûn ji hingî ve didomin. Herçend Jîna keçeke Kurd jî bû, piştî kuştina wê ya bi destê polîsên Komara Îslamî ne bi tenê Kurd li Rojhilat nerazîbûn nîşan dan lê hemû pêkhateyên Îranê rabûn ser piyan. Lê belê bersiva rejîmê jî gelek hişk bû, ku bi sedan kes hatin kuştin û bi dehan kes jî hatin îdam kirin. Di vê xelekê de rêvebira rêxistina mafên Mirovan Hangaw Shler Bapiri salek piştî kuştina...
Published 09/15/23
© WDR 2023
Published 09/08/23
Hevparên hikûmeta koalîsyonê ragihand, ku wan li ser qanûna nû ya hevwelatîbûnê lihevkirine. Li gor qanûna nû, di wergirtina hevwelatiya Alman de hin hêsankarî tên kirin.
Published 09/01/23
Pirr nayê zanîn lê belê şanoya Kurdî xwedî dîrokeke zêdeyî 100 salî ye. Em jî bi şanoger Mîrza Metin re him li ser dîroka û sibêroja şanoya Kurdî dipeyivin him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike.
Published 08/25/23
© WDR 2023
Published 08/18/23
Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman a bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî
Published 08/11/23
© WDR 2023
Published 08/04/23
© WDR 2023
Published 07/28/23
Lêkolîneke nû nîşan dide, ku ji parsal û vir ve tund û tîjiya nav malê ber bi zêdebûnê ve diçe û her jinek, ji çi çîna civakî yan temenê be bila be dikare tûşî şîddetê bibe.
Published 07/21/23
Tirkiye'yê piştî 15 mehan vetoya xwe ya ser endametiya Swêd'ê ya li cem NATO'yê rakir. Îcar di endametiya Swêd’ê ya li cem NATO’yê serkeftina mezin ya kê ye? Û herweha di encama vê yekê de herî zêde kê wenda kir? Em van pirsan û çendîn pirsên din ji pisporê zanistên siyasî ji Sinan Önal dikin.
Published 07/14/23
Di cejna qurbanê de li Swêd’ê hevwelatiyekî Iraq’ê yê bi navê Salwan Momika li pêşiya mizgeftê pirtûka pîroz a musulmanan şewitand. Vê yekê li cem gelek musulmanan rê li bêzarî û nerazibûnan vekir. Gelo şewitandina pirtûka pîroz şêwazeke azadiya xwe îfadekirinê ye yan jî gotareke nefretê ye?
Published 07/07/23
Rêveberiya xweser piştî têkçûna Daişê ya li ser erdê bang li welatên peywendîdar û civaka navnetewî dikir, ku hevwelatiyên xwe yan bibin û bixwe darizînin yan jî piştgirî bidin, ku li Rojava Trîbunaleke Navnetewî were damezirandin. Bersivek ji wan nehat û Rêvberiya Xweser jî di vê dawiyê ragihand, ew nema li benda civaka navnetewî dimînin û ewê dest bi darizandina Daişiyên biyanî bikin.
Published 06/30/23
© WDR 2023
Published 06/23/23