Episodes
Di vê xelekê de Yusuf Varlî behsa cotkarî, terşdarî û pêwendiya cotealî ya di navbera wan û keşûhewayê de kir.
Published 01/28/24
Guhdarên ezîz "Bernameya Hilbijartina Herêmî" di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Şirnexê disekine. Di salên 90î û heta niha bajar çawa hatiye guhertin? Rewşa hilbijartinên bajêr çine? hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.
Published 12/31/23
Published 12/31/23
Bernameya Hilbijartina Herêmî di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Colemêrgê disekine. "Ji sala 1994'an heya niha li Colemêrgê di hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Encamên çawa derketin holê?" Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.
Published 12/17/23
📍Keçên êzidî dixwazin tawanên DAIŞê wekî jenosîd bên nasandin 📍Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin 📍Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin 📍Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî 📍CENTCOM: Ji Iraqê 15 mûşek avêtin baregeha me ya li Sûriyeyê Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
Published 12/05/23
📍Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê yê rê li ber karkirina bijîşkên kurd digire 📍Rojhilat- 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn 📍Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin 📍Li Girêspiyê du grûpên çekdar bi hev ketin 📍Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 16 hezar kesan bûye Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
Published 12/04/23
Guhdarên hêja yên Podcastkurdiyê “Hilbijartinên Herêmî” Rojnameger Mehmet Yildirim di derbarê hilbijartinên 31ê Adara 2024an de rewşa herêmê ya navendên girîng ên Bakurê Kurdistanê bi we re parve bike. Vê heftê jî bernameya Yildirim derbarê bajarê Rihayê de ye. Di vê xelekê de rewşa dengên partiyan di hilbijartinên dawî û dengên nûnerên partiyên kurdan hatiye ravekirin.
Published 12/03/23
📍Di heyama Mijdara 2023an de 118 kolber hatine kuştin û birîndarkirin 📍Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke serkirdeyên cîhanî li COP28ê dibîne 📍Hevserokê berê yê şaxa Nisêbînê ya HDPyê hat desteserkirin 📍Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin 📍Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir
Published 12/01/23
🎙️Îro Çi Bû? 📌Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin 📌Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji koçberên Kerta Xezzeyê re amade dike 📌Karkerên Ozak Tekstîlê daxwaza piştgiriyê kirin 📌Rêveberiya Xweser: Taxên Kurdan li Helebê bi karesateke mirovî re rûbirû ne 📌Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger koça dawiyê kir
Published 11/30/23
🎙️Îro Çi Bû? 📌Balyozê Japonê li Îraqê: Danûstandinên me bi Mesrûr Barzanî re berhemdar bûn 📌Girtiyekî din ê kurd piştî 14 sal li girtîgehê ma îro hate darve kirin 📌Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxist 📌Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye
Published 11/29/23
📍Tahîr Elçî 8 sal berê hat kuştin: Heta niha jî kujerên wî ne diyar in 📍Li Îranê 3 kurd hatin darve kirin 📍Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin 📍Dêrezor: Berpirsê cebilxaneya DAIŞê hat girtin 📍Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Belarûsê asê mane Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
Published 11/28/23
Guhdarên hêja yên Podcastkurdî, Rojnameger Mehmet Yildirim di bernameya "Hilbijartinên Herêmî" de wê heftê rewşa Hilbijartinên bajarê Merdînê bi we re parve dike. Dîrok û taybetiya bajarê Merdîne ji bona hilbijartinên heremî çi ye? bi were par ve dike.
Published 11/19/23
📌Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! 📌Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava dike 📌Kolberek hat kuştin, 13 kolberên din jî birîndar bûn 📌Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îran ve di êrîşên Amerîkayê de hatin kuştin 📌Hêro Mistefa wek balyoza nû ya Amerîkayê li Misrê dest bi kar dike
Published 11/09/23
📍Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî hatin dîtin 📍Girtiyekî xelkê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate darvekirin 📍Li Erdexanê berf bariya 📍Jinekê ji ber tirsa çekdaran canê xwe ji dest da 📍Îsraîl: Pisporê sazkirina çekan yê Hamasê hat kuştin
Published 11/08/23
📍116 malbatên din ên Kurdên Êzidî vegeriyan Şingalê 📍Girtiyekî kurd piştî 14 sal li girtîgehê hat darve kirin 📍Li Wanê 4 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin 📍Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi çandiniyê kir 📍Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
Published 11/06/23
Guhdarên hêja yên Podcastkurdî, Rojnameger Mehmet Yildirim di bernameya "Hilbijartinên Herêmî" de wê heftê rewşa Hilbijartinên bajarê Wanê bi we re parve dike. Ji berê heta niha li bajar û bajarokên Wanê çi qewimîn? Di hilbijartinên herêmî de kîjan parti, çawa bi ser ketiye? Di vê bernamê de tê nirxandin.
Published 11/04/23
📍Hêzên Tirkiyeyê 4 gundên Zirganê topbaran kirin 📍Bajarê xelkê wî herî xemgîn Diyarbekir e 📍Emmanuel Macron pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir 📍Li ser sînorê Newsûdê ji ber teqeya hêzên leşkerî yên dewletê 8 kolber birîndar bûn 📍Muqteda Sedr bangî 4 welatan kir: Rê bidin ku em herin Filistînê Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
Published 11/03/23
📍HSD li Dêrezorê kontrolên xwe zêde dike: 120 xalên leşkerî hat danîn 📍HEDEP: Binçavkirina Huda Kaya encama siyaseta tolhildanê ye 📍PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiyabû: Hewlêr û Bedxayê li hev kir 📍Di meha Octobera 2023an de 303 welatî ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin 📍Rûsiya: Êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyê rewşê aloztir dike Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
Published 11/02/23
📍Herêma Kurdistanê û Îmarat peywendiyên xwe yên aborî berfirehtir dikin 📍Girtiyê siyasî yê Kurd Ehmed Mihemedî piştî 3 salan ji girtîgehê hat berdan 📍Li Rihayê di navbera gundiyan û karmendên DEDAŞê de alozî derket 📍HSD: Me li Dêrezorê bersiv da êrişan, 19 çekdar hatin kuştin 📍Li Xezeyê di 24 rojan de 8 hezar û 306 kes hatin kuştin
Published 10/30/23
🎙️Îro Çi Bû? 📌Wezareta Parastinê ya Amerîkayê: Li dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Hewlêra hat "şikestin" 📌Du mamostayên zimanê Kurdî 20 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin 📌Jineke ji Rojavayê Kurdistanê li Kilîsê hat girtin 📌Li Efrînê 3 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa yekî ji wan ne diyar e
Published 10/27/23
📍Dijeterora Kurdistanê: 10 çekdarên PKKê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin 📍4 girti li girtîgehên Bîrcend, Kerec û Tehranê cezayê îdamê hatiye birîn 📍Li Erziromê qeza: 23 kes birîndar bûn 📍Til Koçere Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin 📍Amerîka sîstemên berevaniya asmanî li 4 welatên Rojhilata Navîn bicih dike
Published 10/26/23
📌Li Kerkûkê Artêşa Îraqê gelek cotkarên Kurd desteser kirin 📌62 meh cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî Mujgan Kawusiyê hat birîn 📌Li Wanê minîbusê teqle da: 7 kes birîndar bûn 📌Serêkaniyê- Çekdar cihên şûnwarî dikolin
Published 10/25/23
📍Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ‘şehîdên Mexmûrê’ re axivî 📍3 kolber bi guleyên rasterast ên hêzên dewletê li sînorê Nawsûd birîndar bûn 📍Li Sêrtê 13 kes hatin girtin, hincet PKK ye 📍Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê li ser birina zarokan ji bo leşkeriyê daxuyaniyek da
Published 10/24/23
🎙️Îro Çi Bû? 📌Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Wezaretê daxuyanî da 📌Girtiya siyasî ya Kurd Xedîce Mehdîpûr ji girtîgeha Îlamê hat berdan 📌Hevserokê HEDEPê: Pirsa Kurdî bi veşartî nayê çareserkirin 📌Asayişê Rojava 6 endamên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê desteserkirine 🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
Published 10/22/23
Guhdarên hêja yên Podcastkurdiyê “Hilbijartinên Herêmî” Rojnameger Mehmet Yildirim wê êdî di derbarê hilbijartinên 31ê Adara 2024an de her 15 rojan carekê rewşa herêmî ya navendên girîng ên Kurdistanê bi we re parve bike. Di vê bernameyê de hilbijartinên herêmî yên li Diyarbekirê hene.
Published 10/22/23